Li ser min

Mikaîl Ezîz (Mikaîl ê Ezîz) di Sala 1988an de weke Kurê herî piçûk ê Dengbêjê Êzîdîyan „Ezîz ê Bismil" li Bajarê Almanya Uelzen ji Dayîk bû.

Bi Eslê xwe Mikaîl Ezîz ji Gundê Asincê a kû Girêdayî Qeza Bismil a Bajarê Amedê ye. Di nav Malbatek Stranbêj û Muzikjenan de Peywendîya wî ya yekemîn bi Muzîkê re bi Temenekî 8 Salî çê dibe. Ji ber kû Xwedî Bandorek mezin bû wî dest bi Strangotinê dikir. Piştî Demek kurt ew serbixwe fêrî Tembûrê dibe. Ji bo kû bi Awayekî pisporî pêş bikeve ew di Salên Destpêkê de tevlî Perwerdê dibe kû bi Nivîskî û Notan pêk bîne.

Di Sala 2007an de Mikaîl Ezîz cara yekemîn Fermî bi awayekî profesîyonel bi Koma xwe re derdikeve ser Dikê û Stranan dibêje. Di Koma xwe de ew weke Strançêk, Stranbêj û Awazdêr Cihê xwe digire û tevlî wê 2 Berhem/Album û gelek Stran derdixe. Her wuha tevlî gelek Konser û Şahîyên Civakê dibe.

Ji Sala 2017an heta Sala 2023an Perwerda Tembûrê diafrîne û Dibistana xwe ya yekemîn li Hannoverê bi Cîh dike. Di wê Demê de gelek Şagirtan ji piçûk heya mezin bi Awayekî pisporî fêrî Tembûrê dike.

Ji Destpêka Sala 2020an ve Mikaîl Ezîz wek Hunermendekî serbixwe û tenê tê nasîn. Heta niha wî gelek Stranan wek „Keçka Porxelek“, „Ez û Evîn“, „Bêje min Kengê“ û gelek Berhemên din tevî Klip weşandine. Li Şanoya Netewî ya Hannoverê û Münchner Kammerspiele Mikaîl Ezîz berpirsiyarê derhêneriya Muzîkê û Muzîka Zindî di berhema “Çîroka Golyat û Dawid” de di Sezonên 2022/23 û 2024 de Cîh digire. Albûm wî ya yekem niha di Xebatan de ye û bi îhtîmalek mezin wê îsal derkeve.

“Her Mirov Xwedî Dil e lê ne Xwedî Evîn e…”
Consent Management Platform by Real Cookie Banner